Zerîf: Amerîka ji derencamên kuştina Suleymanî de berpirsyar e

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çavûşoglu û ezîrê Derve yê Îranê Cewad Zarîf pêwendiyeke telefonî kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çavûşoglu û ezîrê Derve yê Îranê Cewad Zarîf pêwendiyeke telefonî kirin.

Di pêwendiyê de, her du aliyan rewşa navçeyên guftûgo kirin. Zerîf ragihand, her pêşhatek ji ber kuştina Suleymanî rû bide, Amerîka di ber de berpirsyar e.  

Li gor ragihandina Ajansa Fermî ya Hikûmeta Tirkiyê her du wezîran li ser mijara kuştina Fermandarê Feyleqa Qudsê Qasim Sûleymanî danûstandin kirine.

Pêwendiya telefonî ya Zarîf û Çavuşoglu, piştî kuştina Qasim Suleymanî di navbera Tirkiye û Îranê de yekem pêwendiya asta bilind e.

Her îro jî Wezareta Derve ya Tirkiyêli Iraqê rewşa ewlekariyê xirap e û eger heye aloztir bibe, heger welatiyên Tirkiyê neçar nebin, bila serdana Iraqê nekin.

 

S. B