Pompeo û Netanyahu rewşa Iraqê gengeşe dikin

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo û Wezîrê Derve yê Benjamin Netanyahu Îsraîlê bi riya telefonê rewşa li Iraqê guftûgo dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo û Wezîrê Derve yê Benjamin Netanyahu Îsraîlê bi riya telefonê rewşa li Iraqê guftûgo dikin.

Wezareta Derve ya Amerîka ragihand, Mike Pompeo pêwendiyeke telefonî bi Benjamin Netanyahu re kir û di pêwendiyê de rewşa li Iraqê, gef û gurên berdewam yên Îranê li navçeyê guftûgo kirin.

Da zanîn jî, Pompeo niyaza Serokê Amerîka Trump a parastina berjewendiyên Amerîka û hevpeymanên wê ji Netanyahu re ragihand.

Her di wê derbarê de, Mike Pompeo li twittera xwe belav kir, “Bi Serokwezîrê Îsraîlê re min tekez li ser girîngiya rûbirûbûna hejmûn û gefên Îranê yên xirab li navçeyê kir.

Got jî: Spasiya piştevaniya Îsraîlê bo jinavbirina terorê dikim. Pêwendiyên Îsraîl û Amerîka nayin şikandin.

 

S. B