Mîlîşyatên Îranê bingehên xwe li ElbûKemal vala kirin
Mîlîşyatên Îranê bingehên xwe yên li bajarokê ElbûKemal vala kirin.
K24- Hewlêr
Mîlîşyatên Îranê bingehên xwe yên li bajarokê ElbûKemal vala kirin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovî belav kiriye, ku mîlîşyatên Şî'e yên ku Îran piştevaniya wan dike, tevayiya bingehên xwe li bajarokê elbuKemal ê Dêrazorê valakirin û tenê hejmarek ji zêrevanan, li ber wan bingehan hiştin e.
Ligor ku hatî belav kirin, ew çekdar li baxçeyên liser kêleka çemê Firatê dimîn in. Ew jî, ji bo xwe ji her êrîşek ji nişkê ve ya Amerîkî dûr bikin.