Şahê Ûrdin hoşdarîyê derbarê Daişê dide

Şahê Ûrdin hoşdarîyê dide li ser bihêzbûna Daişê û dibêje jî: Pêwîste çaresereka sîyasî bo wan girjîyên deverê bihêt vedîtin.

K24- Hewlêr

Şahê Ûrdin hoşdarîyê dide li ser bihêzbûna Daişê û dibêje jî: Pêwîste çaresereka sîyasî bo wan girjîyên deverê bihêt vedîtin.

Şa Ebdullah, Şahê Ûrdinê di çavpêkevtinekê de, li gel kenala Firans 24, hoşdarîyê dide ji bihêbûna Daişê li deverê ragahand, çekdarên evê girûpê careka din mijûlî xwe rêkxistinê ne.

Şah Ebdûllah got jî, wî nîgeranîyeka mezin heye ku Daiş ne tenê li başûra rojhelata Sûriyê lê li Rojava ya Îraqê jî xwe careka din rêk bixe û bihêz bike.

Amaje bi wê yekê jî da, piranîya çekdarên bîyanî yên Daişê berê xwe dane Lîbyayê.

Derbarê girjîyên di navbera Emerîka û Îranê li deverê, şah Ebdûllah ragehand: Pêwîste çareserîyeka sîyasî bo wan pirsgirêkan bihên vedîtin, çunku ewa li Tehranê çê dibe; bandora xwe li ser Bexda, Beyrût, Eman, Îsrayîl û Felestînê jî dibe.