Lavrov: Teroristên Idlibê jidest didin diçin Lîbyayê
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, cîhadîstên pêgehên xwe li Idlibê jidest didin, diçin Lîbyayê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, cîhadîstên pêgehên xwe li Idlibê jidest didin, diçin Lîbyayê.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di konferanseke rojnamevanî de ragihand, danûstandinên Lîbyayê yên di navbera nûnerên Hikûmeta Wîfaq û Xelîfe Hefter de bêyî ku bigihe rêkeftina dawî bo agirbestê bidawî bû.
Diyar kir jî, li Lîbyayê dewlet nîn e û gelê Lîbî dê gelek ziyan bibîne, heger sînaryoya Sûriyê lê dubare bibe.
Amaje bi wê da, cîhadîstên pêgehên xwe li Idlibê jidest didin, lê mixabin diçin Lîbyayê, ji bo karên xwe yên teroristî li wî welatî berdewam bikin.
Ji roja 19ê vê mehê ve hêzên rêjîma Sûriyê bi piştevaniya firokeyên Rûsî dest bi êrîşa bejahî ser gundewarê başûrê Idlibê kirine û gelek navçe li başûrê Idlibê ji destê grûpên çekdar derxistine.
Ji aliyekî din ve, Parlementoya Tirkiye li ser pêşniyara Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan rêkirina serbazan bo Libya pesend kiribû.
Di wê çarçovê de jî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kiribû, nêzîkî yek hezar ji grûpên çekdar ên Sûriyê yên alîgirên Tirkiyê bo Lîbyayê hatine veguhastin.
S. B