14 çekdarên opozisyona Sûriya li Lîbya hatin kuştin
Riwangeha Sûriya bo Mafên Mirov ragehand, hejmara kuştîyên çekdarên wan girûpên opizisyona Sûriyê li Lîbya gehişte 14 kesan, ku fermanê ji Enqereyê werdigirin û ji alîyê Tirkiyê ve hatîne şandin bo wî welatî ji bo piştîvanîkirina hikumeta Wîfaq li dijî hêzên Hefter.
K24- Hewlêr
Riwangeha Sûriya bo Mafên Mirov ragehand, hejmara kuştîyên çekdarên wan girûpên opizisyona Sûriyê li Lîbya gehişte 14 kesan, ku fermanê ji Enqereyê werdigirin û ji alîyê Tirkiyê ve hatîne şandin bo wî welatî ji bo piştîvanîkirina hikumeta Wîfaq li dijî hêzên Hefter.
Riwangehê amaje bi wê yekê jî kirîye, berê 3 çekdarên ser bi girûpa Hemezat hatibûn kuştin, lê zanyar amaje bi wê yekê dikin ku ev hejmare zêde bûye û gehaye 14 kesan.
Wek aşkera jî kirîye, ew 14 çekdarên opizisyona Sûriyê ku li Lîbya hatîne kuştin, ser bi girûpên Lîwa Muitesim, Fîrqeya Sultan Murad, Lîwa Siqur Elşîmal û Hemzat in.
Tekez jî kirîye, çekdarên wan girûpên opizisyona Sûriyê ku fermanê ji Enqereyê werdigirin, berdewam piroseya komkujîyê dijî dîlên Lîbyayê encam didin ku di şerê Terblusa paytexta Lîbyayê dihên girtin.
Riwangehê di beyannameyê de bivîsîye, li gor zanyarîyan zêdetir ji 100 çekdarên din yên çekdarên opizisyona Sûriyê gehiştîne Tirkiy û di van nêzîkan de dê bihên şandin bo Lîbya.
Wek amaje kirîye, li 1ê evê mehê, termên 10 çekdarên opizisyona Sûriyê li Lîbya hatibûn kuştin û di nav sindrûkan de gehandin Tirkiyê. Wek tekez jî kirîye, Tirkiyê soza daye kes û karên wan çekdarên kuştî ku bo dema dû salan qerebûyeka darayî ya mezin bide wan.
Aşkera jî kirîye, Tirkiya regezname ya welatê xwe dibexşe wan çekdarên Opizisyona Sûriyê ku bo şerî hatîne şandin bo Lîbya û mûçeya wan ya mehane jî 2 hezar dolarin.
Riwangehê tekez jî kirîye, heya niha zêdetir ji hezar çekdarên girûpên çekdarên opizisyona Sûriyê bi fermana Enqereyê gehiştîne paytexta Lîbya û 1700 çekdarên din jî li serbazgehên Tirkiyê bo evê mebestê rahînanan dikin. Aşkera jî kirîye, piroseta bi serbazkirinê li Efrînê berdewame û deverên operasyona mertala Furatê berdewame.