Li Diyarbekirê komxebata yekîtiya netewî destpê kir

Hin partiyên siyasî û saziyên sivîl yên li bakûrê Kurdistanê, li ser tifaq û yekîtiya gelê Kurd, komxebata yekemîn li dar dixin. Partiya Demokratîk a Gelan HDP, Partiya Heremên Demokratîk DBP, Partiya Kominist a Kurdistan KKP, Partiya Mirov û Azadî, Partiya Demokratîk a Kurdistan Tirkiye PDK-T û sazî û dezgehên ku xebatên xwe li bakûr dimeşînin di nav komxebatê de cîh girtine.

K24-Amed

Hin partiyên siyasî û saziyên sivîl yên li bakûrê Kurdistanê, li ser tifaq û yekîtiya gelê Kurd, komxebata yekemîn li dar dixin. Partiya Demokratîk a Gelan HDP, Partiya Heremên Demokratîk DBP, Partiya Kominist a Kurdistan KKP, Partiya Mirov û Azadî, Partiya Demokratîk a Kurdistan Tirkiye PDK-T û sazî û dezgehên ku xebatên xwe li bakûr dimeşînin di nav komxebatê de cîh girtine.

Serokê KKP'ê Sînan Çîft yürek da zanîn ku şert mercên li cîhanê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê ji bo Kurdan helwesteke hevpar wek pedivî nîşan dide û di serî de parastina destkeftinên li başûrê Kurdistanê, dê li ser rewş û daxwazên Kurdên li parçeyên din jî xêze rê û modelên çareseriyê nîqaş bikin.

Sînan Çîftyurek, serokê KKPê got:"Ji bo tifaqa netewî a mayîn de li Kurdistana bakûr, em neqşerêyekî bidin ber xwe. Gelo divê em çi bikin ku rêbaz û modelekî peyda bikin da ku bêhna sosyolojiya Kurdistana bakûr jê were, li ser vê pirsê emê hûr bibin. Em dixwazin li hemû modelan binihêrin, li başûr, rojava û ceribandinên berê yêb bakûrê Kurdistanê binihêrin, lê belê li gor sosyolojiya îro ya bakûrê Kurdistanê emê modelekî bibijêrin."

Li gel partî û rêxistinên beşdarî komxebatê, Partiya Maf û Azadiyan Hak-Par, Partiya Sosyalîst a Kurdistan PSK, Hereketa Azadî, Partiya Azadiya Kurdistan PAK û hinsazî jî beşdarî komxebatê nebûne.

 Serokê Partiya Mirov û Azadî Mehmet Kamaç jî ragihand ku ewê hewlên xwe yên ji bo, bi wan partiyên ne beşdar re jî, yekîtî pêk bînin bidomînin û ji bo ku li seranserê Kurdistanê, Kurd di daxwaziyên maf, azadî û statu de yek helwest bin jî xebatên xwe zêde bikin.

Mehmet Kamaç, serokê Partiya Mirov û Azadî, got:"Ev pêngaveke dîrokî ye, ji ber ku di detpêka sedsala 21'an de, Rojhilata Navîn û bi taybet jî pirsa Kurd û Kurdistan di kêliyeke dîrokî de derbas dibe. Em jî dibêjim em yekîtiyekî ava bikin û bi wê ve girêdayî jî siyaseteke aqîlane bidin ber xwe da ku li gor rastyan sitratejiyekî peyda bikin û bire bixin."

Hêjayî gotinê ye ku ala Kurdistan jî, li komxebatê hat danîn û hat ragihandin ku dê ji bo komxebatên di pêş de berfirehtir bên li dar xistin, xebat û hewldanên hevkarên tifaqê dê bidome.