Natinyaho: Îran mezintirîn dijminê Îsrayîl e
Binyamîn Natinyaho, serokê wezîrên Îsrayîlê, evro Pêncşembîyê ragehand, Îran mezintirîn dijminê Cuhîya ye li Cîhanê.
K24- Hewlêr
Binyamîn Natinyaho, serokê wezîrên Îsrayîlê, evro Pêncşembîyê ragehand, Îran mezintirîn dijminê Cuhîya ye li Cîhanê.
Di dîdara Holokost de li salvegera azadkirina ordîgaya Aşwîtz a Cuhîyan ji destên Nazîyên Elmanîya, serok wezîrê Îsrayîlê ragehand: Di kiroka damezrandina Îsrayîlê de fermanek heye ku êdî Holokost dûbare nabe, ev jî mezintirîn pabendîya min e.
Amaje kir jî, nîgerane ji wê yekê ku heya niha bereyeke hevgirtî nîye dijî rijêmekê ku mezintirîn dijminê Cuhîya ye di cîhanê de. Rijêmeke bi aşkera dixwaze çekê navokî bi dest xwe ve bihîne û dewleta Cuhîyan ji nav bibe ku tenê ew dewleta Cuhîyan li cîhanê heye.
Piştîvanî ya xwe jî ragehand bo hewlên Donald Tiramp, serokê Emerîka û Mayîk Pêns, cêgirê serokê Emerîkayê di rûbirûbûna Îranê de û xuya jî kir, ew waneyekê fêr bûne ku gefan bi cidî wergirin û berevanîyê ji xwe bikin.
Mayîk Pêns jî her ev nerîn derbarê Îranê hebû ku Îran dixwaze Îsrayêlê li ser nexşe ya cîhanê nehêle.