Ajelvanên Bakur daxwaza rakirına qedexeya ser zozanan dikın
Li Diyarbekirê bo gotûbêjkirina pirsgirêkên ajalvan û cotyaran civînek hat lidar xistin. Di civînê de bal hate kişandinm ku qedexekirina zozanan bandorek mezin a neyênî li ajalvanan dike. Ev yek li tevahiya Bakurê Kurdistanê, wekî pirsgirêkek sereke di rojevê de ye.
K24- Amed
Li Diyarbekirê bo gotûbêjkirina pirsgirêkên ajalvan û cotyaran civînek hat lidar xistin. Di civînê de bal hate kişandinm ku qedexekirina zozanan bandorek mezin a neyênî li ajalvanan dike. Ev yek li tevahiya Bakurê Kurdistanê, wekî pirsgirêkek sereke di rojevê de ye.
Li Diyarbekirê bi organîzatoriya Wezareta Çandinî û Ajalvaniyê, Parêzgeriya Diyarbekir, Kooperatîfên Çandiniyê û Yekîtiyên Ajalvanan derbarê pirsgirêkên cotyar û ajalvanan de civînek hat li darxistin. Di civînê de wek pirsgirêka sereke bo qedexeyên zozanan bal hate kêşan ku bi salane ji ber şerê di navbera PKKê û artêşa Tirkiyeyê de derketina zozanan tê qedexekirin û ev yek rasterast bandoreke neyînî li ajalvanan dike. Serokê Navenda Yekîtiya Ajalvanan a Tirkiyeyê Nîhat Çelîk jî dibêje divê êdî dawî li qedexey zozanan were û banga aramiyê dike.
Nîhat Çelîk-Serokê Navenda Yekîtiya Ajalvanan a Tirkiyeyê- dibêje: "Ji bo bergirên ewlekariyê zozan têne qedexekirin. Lê dema zozan têne qedexekirin jî ev yek bo ajalên me zirareke mezin derdixe holê. Ajal di mal de dimînin û telef dibin. Em dixwazin ku êdî zozan neyên qedexekirin."
Li Bakurê Kurdistanê ajalvanan ji ber ku ji bilî ajalvaniyê çi dahatek wan nîne carcaran jiyana xwe jî diavêjin xetereyê û bo çêrandina ajalên xwe diçin zozanan û carcaran jî ji ber ku haya wan ji qedexeyê nîne tên sizadan. Serokê Yekîtiya Ajalvanan a Diyarbekir Abdûllah Çetînkaya dide zanîn sizayên kul i ajalvanan tê birîn jî ji hêza wan gelek zêdetir e.
Abdûllah Çetînkaya-Serokê Yekîtiya Ajalvanan a Diyarbekir- got:"Serê pez 75 an jî 100 lîre siza tê birîn. Endamek ê me diçû Erziromê, di navbera Licê û Çewligê de serbazan wî sekinandin û siza lê birîn. 150 pezên wî hebûn û bi tevahî 18 hezar lîre siza lê hat birîn. Ev siza keda wî ya salekê ye. Salekê dixebite heta ku 18 hezar bi dest bixe."
Tenê li Diyarbekirê milyonek û 593 hezar dekar qada çêrandina ajalan heye û ji piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê koçer bo çêrandina ajalan berê xwe didin van qadan. Ajalvan amaje dikin dema qedexe hebe ew nikarin ajalên xwe xwedî bikin û ji ber vê yekê pirsgirêkek din jî derketiye holê ku êdî şivan jî peyda nabin.