Hîn şêniyên Xarpêtê tirsa erdhejê derbas nekirine
Bandora erdhêja li Xarpêtê, li ser welatiyên li wî bajarî berdewam dikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Bandora erdhêja li Xarpêtê, li ser welatiyên li wî bajarî berdewam dikin. Ji ber ku erdhejên ku nû çê dibin jî, welatî di sermaya zivistanê de, bi xeteriyên giran re rûbirû dimînin. Saziyên hewarî, hevkarî û piştgiriyê jî, ji bo rizgarkirin û derkxistina kesên di bin avahiyên herifandî de mane û piştgiriya welatiyan û xebatên xwe didomînin. Di encama bûmelerzeyê de heta niha 31 kes canê xwe jidest dane, teqrîben 1650 kes jî birînddar bûne.
Erdheja ku navenda wê Svrîceya navçeya Xarpetê bû, lê li hemû gund û taxên Xarpetê û hin navçe û taxên Meletî bandor kir. Tevahî li 30 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hat hestkirin. Piştî Erdhêja ku 6.8 hatiye pîvandin û li hin ciyan 7.00 hatiye hestkirin jî, erdhejên pişreyî bandorên xwe didomînin.
Welatiyên ku ji erdhejên nû ditirsin, li kolanan li ber agiran û di otombîlan de, demên xwe derbas kirin.
Welatî Şînasî Sûsam: "Zarokên me gişt li derve ne, wek ku tê dîtin, em jî li derve ne, Malên me xesar dîtine, ji bo lê mayînê guncav nîn in. Axura min ruxiya, dewarên min tê de mirin. Em dibêjin baş e ku canê me sax e û bi malê dine buye."
Welatî Kenan Saygili: "Rewşa me niha gelek xirab e, em li derve mane û nikarin biçin malen xwe. Gelek sar e, berê jî gelek caran bûmelerze çêdibûn, lê ev car gelek xedar bû mala me xirab kir. Jin û zarokên me di nav seyareyê de dimînin. Em çaverê ne ku rayedar û xêrxwaz piştgiriya me bikin."
Rêvebirên Tirkiyeyê, siyasetmedar û rêvebirên saziyên sivîl li ciyên ku welatî di bin xiraveyan de mabûn serdan kirin û êşên welatiyan parvekirin, di der heqê xebatan da agahî wergirtin û agahiyên berhev hatî bi raya giştî re parve kirin.
Ji aliyê saziyên xêrxwaz û hewariyê ve, lihêf û kon tên belav kirin û rayedarên Tirkiyeyê jî avahiyên ewle ji bo hewandina welatiyan vekirin.
Welatî Abdulah Yuce: "Em ji ber tisê nikarin biçin malê, ez jî li vir mêvanbûm. Kurê min li Xarpetê peywirdar e, ez ji bo mêvaniyê hatim mala wî û şeva borî bumelerz çêbû. Em heta berdestê sibê li nav seyarê (trimbêl) man û pişt re em hatin vê derê. Di vê sermaye de derfetekî wiha gelek baş e."
Welatî Seda: "Dema bûmelerze çê bû em derketin derve, piştî ku em çend demjimêr li ber malan rawestiyan, me bihîst ku ev der hetiye vekirin û em jî hatin vê derê. Pêwistî bi ciyên wiha hewandinê hene û gelek baş dibe."
Welatiyên ku xwe dihigînin derfet û piştgiriyên ku tên peyda kirin û dayîn, demkî çareseriyan peyda dikin, lê bi hezaran welatî jî li benda bicîh kirina pêwistiyên xwe yên bingehîn in.