Trump plana xwe ya nû ji berpirsên Îsraîlê re aşkere dike
Serokê Amerîka Donald Trump plana xwe ya nû derbarê Rojhilata Navîn de ji berpirsên Îsraîlê re aşkere dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Amerîka Donald Trump plana xwe ya nû derbarê Rojhilata Navîn de ji berpirsên Îsraîlê re aşkere dike.
Biryar e sibe 28ê Çile, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û serkirdeyê opozîsyonê Benny Gantz serdana Koşka Sipî ya Amerîka bike û Donald Trump plana xwe ya nû derbarê ”Aştiya Rojhilata Navîn” ji wan re aşkere bike.
Beşek ji vê plana Trump, çareserkirina pirsgirêka di navbera Îsraîl û Filestînê de ye û Trump dixwaze di demeke kurt de plana xwe bicih bike.
Li gor nûçeyeke ajansa “Reuters” bi sedema heta niha diyarkirina serokwezîrê Îsraîlê yekalî nebûye, dibe ku plana Trump ji bo demekê dereng bîmîne.
Biryar e 2ê meha Adara bê, li Îsraîlê hilbijartin bê kirin, Benjamin Netanyahu û Benny Gantz pêşbirkiya serkeftinê dikin.
S. B