Tiramp Rêkkevtina Sedeyê radigehîne
Serokê Emerîkayê , Donald Tiramp deqa naveroka Rêkkevtina Sedeyê radigehîne derbarê pirsgirêka Felestîn- Îsrayîlê ku rêveberîya wê amade kiribû.
K24- Hewlêr
Serokê Emerîkayê , Donald Tiramp deqa naveroka Rêkkevtina Sedeyê radigehîne derbarê pirsgirêka Felestîn- Îsrayîlê ku rêveberîya wê amade kiribû.
Ew rêkkevtina nexşe rêyeka pêşnîyazkirî ya Emerkayê ye, bo çareserkirina pirsgirêka di navbera Felestîn û Îsrayîlê.
Îsrayîl di destpêka hewlên amadekirina wê rêkkevtinê ve, hewil daye bo serxistina wê rêkkevtinê û daku komdengî Ii ser durist bibe.
Duhî serok wezîrê Îsrayîlê, Binyamîn Natinyaho, bi mebesta gengeşekirinê li ser ewê pirsê, li Waşitun li gel Donald Tiramp civîya û dûv re jî, diçe Mosko daku Serokê Rûsiya agahdar bike derbarê wê reêkkevtinê.
Di dema civînê de, li gel Binyamîn Natinyaho, serok wezîrê Îsrayîlê, Donald Tiramp got: Eger şikes anî em dekarîn reftarê li gel rewşê bikîn.
Serokê Emerîka aûkera jî kir, gelek welatên Erebî razîbûna xwe derbirîne derbarê pilanê û di wê bawerîyê de ne, pêngaveka mezine û dibe destpêkek giring.
Di beranber de, serojk wezîrê Îsrayîlê got: Renge evtakne delîve ya sedeyê be.
Puxete ya (Rêkkevtina Sedeyê) pilana Emerîkayê bo çareserkirina pirsgirêka Felestînê wek ji hinek berpirsên Koçka Sipî ragehandîne:
- Dewletek bo Felestînîyan dihêt damezrandin hev mil li gel Îsrayîlê kar dike.
- Dewleta Felestîn hevtaye li gel desteberkirina asayîşa Îsrayîlê.
- Rojhelata Qudsê dibe paytexta Felestîn.
- Îsrayîl amade dibe bo bo saziş û danpstanan.
- Îsrayîl rêz li rola dîrokî ya Mizgefta Esa diger û rê didin Musilmanan serdana wê bikin.
- Bo dema çar salan Îsrayîl ti komlgehên din yên akincîbûnê ava nake.
- Dewleta Felestîn divê pabend be bi rêzgirtinê li mafên mirov û azadîya mêdya û dadwerîya serbixwe.
- Emerîka îtirafê bi nexşe ya nû ya deverê dike.
- Bi rêya pir û tunêlan û rêyên bejayî kerta Xeze û Lêvara Rojava bi hev re dihên girêdan.