Tirkiye rê li ber şandek serbazî ya Rûsya girt
Tirkiyê rê li ber şandek Rûsyayê girt, ku derbasî projeya av a Elûk a Serêkaniyê bibe

K24 – Navenda Nûçeyan
Tirkiyê rê li ber şandek Rûsyayê girt, ku derbasî projeya av a Elûk a Serêkaniyê bibe.
Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovî belav kiriye, dema ku şandek serbazî ya Rûsyayê dixwest derbasî navçeya projeya ava Elûk, ku ava vexwarinê dide Til Temir û Hesekê bibe, serbazên Tirkiyê rê li ber wê şandê girt, û gule bi ser wê re avêtin. Şand a serbaziya Rûsiyê neçarbûn vegere bajarokê Zirgan.
Rewangehê belav jî kiriye, piştî ku ew şand a serbazî ya Rûsyayê vegeriya Zirgan, hemû al ên Rûsyayê ji xalên artêşa Sûriyê yên hemberî SerêKaniyê anîn xwar.
Roja 3ê vê mehê Artêşa Sûriyê xalek çavdêrî ya Tirkiyê li Idlibê topbaran kir, di encam de hejmarek serbazên Tirkiyê hatin kuştin û brîndarkirin. Ev yek jî bû sedema alozbûna peywendiyên Tirkiye û Rûsya.
C.B