Mhemed Elawî : Dê daxwazên xwepêşanderan bicîh bikin

Elawî diyar kir, xwîna Iraqiyan hêla sor e û hikûmeta dahatî, kar ji bo bicîkirina daxwazên xwepêşanderan dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê raspartî ji bo pêkanîna hikûmeta Iraqê Mhemed Elawî,  di peyamekê de derbarê dawî guhertinên li Iraqê û bûyerên bajarê Necef ragihand, giringtirîn daxwazên xwepêşanderan, ku  encamdan a hilbjartinên pêşwext e, dê demê bo destnîşan bikin û bicîh jî bikin.

Elawî tekez kir, ew bi ciddî lêkolînê ji bûyera Necef û binpêkirinên dijî xwepêşanderan û hêzên ewlekariyê dikin û lêpirsînê jî, digel her kesekî dikin, ku di ber wan tundutîjiyan de berpirs e.

Elawî diyar kir, xwîna Iraqiyan hêla sor e û hikûmeta dahatî, kar ji bo bicîkirina daxwazên xwepêşanderan dike.

 

 

 

C.B