Nakokiyên li ser Sûriyeya nû dibin sedema rakêşiyên cuda
Li Sûriyê nakokî û rakêşiyên di navbera hêzên cuda û hêzên navdewletî de dîsa rojevê germ dike.
K24 – Diyarbekir
Li Sûriyê nakokî û rakêşiyên di navbera hêzên cuda û hêzên navdewletî de dîsa rojevê germ dike. Şerê ku di navbera hêzên rêjîma Sûrî û hêzên Tirk û yên bi ser Tirkiyê ve, rojeva li heremê germ dike. Pispor û lêkolîner radigihînin ku hebûna Tirkiyê li Sûriyê û polîtîkayên ku dimeşîne, van rakêşiyan misoger dike. Dîsa balê dikişinin ku Kurd jî bi daxwazên xwe yên hevbeş dikarin di paşerojê de, mafên xwe yên rewa bi dest ve bînin.
Lêkolîner û çavdêrên siyasî rakêşiyên nû û rewşa Sûriyeyê ji bo Kurdistan24 nirxandin. Bal tê kişandin ku Rûsya ji ber Tirkiye berpirsyariyên xe yên Lihevkirina Soçiyê bicîh neaniye nerazî ye, rejîm jî, ji polîtîkayên Tirkiyê yên li nav Sûriyeyê nerazî ye. Loma jî rûdana vê rakêşiyê tiştekî çaverê kirî buye û balê dikşînin ku ev rakêşî dê zêde mezin nebin, lê nakokî jî dê berdewam bin.
Şîrovekarê Siyasî Doç. Dr. Vahap Coşkûn, da zanîn ku sedema sereke ya rakêşiya li Sûriyê, nerihetiyên Rûsyayê yên ji Tirkiyê ne û rejîm jî ji hebûna Tirkiyê li nav axa xwe ne razî ye, loma jî ew nakokî carina dibin sedema aloziyan. Coşkûn tîne ziman ku Kurd jî bi polîtîkayên lihevkirî dixwazin, di ji nû ve teşegirtina Sûriyê de xwe bidin qebûlkirin.
Şîrovekarê siyasî Vahap Coşkûn ji K24ê re got: "Diyalogekî di navbera Kurdan de heye, diyologeke din jî di navbera Kurdan û Rûsyayê de heye, wek mînaq demek berê Rûsya daxuyaniyek dabû û gotibû ku divê Kurd di nav yekitiya Sûriyê hebin. Dîsa diplomasiyek di navbera rejîma Sûriyê û Kurdan de heye. Yanî li 3 aliyan jî dîplomasî didome û wisa xuya ye ku dê bidome jî. Lê di paşeroja nêzîk de, meseleya girîng Îdlîb e, bi raya min paşeroja Sûriyê dê çewa teşe bigre de, dê zêdetir rewşa Îdlîbê diyarker be."
Bal tê kişandin ku rejîma Sûriyê dixwaze, dîsa li seranserî Sûriyê desthilatdariya Unîter pêk bîne û Tirkiye jî, dixwaze li wê derê bibe xwedî biryar. Loma jî ev alozî dihatin çaverêkirin û tê pêşbînîkirin ku dê berdewam jî bikin.
Rêvebira Navenda Lêkolînên Meydanî, Sosyo polîtîkê Yuksel Gênç jî balê dikşîne ku hemû hêz di Sûriyeya nû dixwazin bibin xwedî gotin. Tirkiye jî, her tim dibêjê em yekser mayîna Sûriyê diparêzin, lê ji aliyê din de jî li nav axa Sûriyê bicîh dibe, ev jî rejîmê nerihet dike, loma jî heta ku Sûriye teşeya xwe ya nû bistîne, dê ev nakokî û alozî jî her bimînin.
Yuksel Gênç digêje: "Tirkiye ji bo ku bi hevkariya hin hêzên ji nav opozisyona Sûriyeyê ra, li ser Sûriyeyê bibe xwedî gotinê, polîtîqayên xwe sepandinê meşand û ev jî rejîmê nerihet dike. Diviya Tirkiye di nav 3 mehan de, rêistinên radîkal yên Îslamî bê çek bikira, lê nekarî bike. Ev jî Rûsyayê nerihet kir û ew alozî derketin. Ew şerê ku bi wekîlan di navbera rejîm û Tirkiyeyê de dihat kirin, niha buye rastewxe. Lê ez ne bawerim ku operasyon û şerên girantir di navbera Tirkiye û rejîmê de çê bibin."
Lêkolîner û şîrovekarên siyasî, radigihînin ku gelek pirsgirêkên li Rojhilata Navîn, bi pirsgirêkên Sûriyeyê ve girêdayî dê encam bidin, loma jî rewşa nediyar ya li Sûriyê, dê demeke din jî berdewam bike.