Tirkiye red dike gerên çavdêriyê li gel Rûsyayê li rojavayê Kurdistanê encam bide
Ji bo cara çaremîn Tirkiyê red kir, gerên çavdêriyê bi Rûsyayê re li rojavayê Kurdistanê birêve bibe.
K24- Hewlêr
Ji bo cara çaremîn Tirkiyê red kir, gerên çavdêriyê bi Rûsyayê re li rojavayê Kurdistanê birêve bibe.
Ligor Nûçegîhanê Kurdistan24 li Kobanî , îro gerek çavdêriya Rûsî li rojavayê Kobanî bê beşdariya Tirkiyê birêve çû.
Got jî, ji bo çend demjimêran polîsên serbazî yên Rûsyayê li benda hêzên Tirkiye man, lê tu tevgerek hêzên Tirkî li sînor çênebû, jiber vê yekê jî, Rûsyayê bi tena xwe ew ger birêve bir.
Ev cara duyemîn e ku hêzên Tirkiye beşdariyê di gerên çavdêriyê de li Kobanî nakin. Berî niha jî, li du gerên din, li Dirbêsiyê beşdar nebûn.