Zerîf: Ligel Amerika, em gelek nêzîkî şer bûn
Wezîrê Derve yê Komara Ilsmaî ya Îranê Mhemed Cewad Zerîf diyarkir, ku piştî kuştina Fermandarê Hêza Qudis Qasim Suleymanî, ligel Amerika gelek nêzîk bû, ku bikevin nav şerek germ de

K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Komara Ilsmaî ya Îranê Mhemed Cewad Zerîf diyarkir, ku piştî kuştina Fermandarê Hêza Qudis Qasim Suleymanî, ligel Amerika gelek nêzîk bû, ku bikevin nav şerek germ de.
Zerîf ji NBC News re axifî û got, ku: “Kuştina Suleymanî ji bo Amerika, destpêka şkestina li herêmê ye. Piştî vê kiryarê (kuştina Qasim Suleymanî c.b) em gelekî nêzîk bûn, ku ligel Amerika bikevin nav şerek germ de”.
Pêwendiyên Îranê û Amerika, ku demek dirêj e dinav aloziyên mezin de ne, piştî kuştina Qasim Suleymanî û çendîn berpirsên din ên Îranê zêdetir aloz bûn e.
C.B