Ruhanî bo Erdogan: Rêzê li serweriya Sûriyê bigire

Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî tekez kir, divê Tirkiye rêzê li hemû rêkeftinên girêdayî Sûriyê ne û rêzê li serwerî û yekperçeyîya xaka Sûriyê bigire.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî tekez kir, divê Tirkiye rêzê li hemû rêkeftinên girêdayî Sûriyê ne û rêzê li serwerî û yekperçeyîya xaka Sûriyê bigire.

Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, rêkeftina Sûçî, rêkeftineke siyasî ya girîng e û nimûneyeke serkeftî li navçeyê ye, divê Tirkiye rêzê lê bigire. Nabe Tirkiye dest ji rêkeftina Sûçî û pêvajoya Astanayê berde.

Ragihand jî: “Em hêvî ji birêz Recep Teyip Erdogan dikin, şerê terorê bike û rêzê li serwerî û yekperçeyîya Sûriyê bigire”.

Got jî: Me di civînan de Erdogan agahdar kiriye, ku divê rêzê li Sûriyê wek welatekî yekperçe bigire, wî jî tekezî li serweriya hikûmeta Sûriyê li ser tevahiya xaka wê kiriye û em hêvî dikin, ew wiha kar bike”.

Tekez kir jî: “Idlib parêzgeheke Sûriyê ye û divê şerê grûpên terorist li wê parêzgehê bê kirin”.

Serokomarê Îranê diyar kir: “Metirsiyên Tirkiyê ên derbarê koçberan, nabe bibe sedemek ta Sûriye dest ji werseriya xwe li ser Idlibê berde”.

Herwiha Ruhanî tekezî li wê yekê kir, piştî terorist li Idlibê nemînin, koçber dê vegerin ser cihên xwe.

 

S. B