Orkestraya Rîtmên Xwezayî ya zarokan stranên Kurdî pêşkêş kirin
21'ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê li Diyarbekirê jî bi rêzeçalakiyan hat pîrozkirin.
K24 – Diyarbekir
21'ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê li Diyarbekirê jî bi rêzeçalakiyan hat pîrozkirin. Orkestraya Rîtmên Xwezayî ya Zarokan bi konsertekê stranên Kurdî pêşkêş kirin. Rêveberên saziyên mûzîka Kurdî ragihandin ku Kurd ne bê vebijark in û dikarin bi derfetên xwe li çand û hunera û muzika Kurdî xwedî derkevin. Mamosteyê Zimanê Kurdî Heyder Diljen jî got; di nav Kurdên Bakur de xwedîlêderketinek heye.
21'ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê li Diyarbekirê jî bi çalakiyên rengîn hat pîrozkirin. Li navenda Komeleya “Berî Her Tiştî Zarok” ji aliyê Orkestraya Rîtmên Xwezayî ya Zarokan ve konsertek hat pêşkêşkirin û zarokan stranên Kurdî gotin.
Koordînatorê Akademiya Mûzîkê Şêrko Kanîwar bi salan e ku zarokan hînî Kurdî û stranên Kurdî dike. Şêrko Kanîwar got; Kurd ne bê vebijark in û dikarin li malên xwe û saziyên ku xizmeta çand û hunera Kurdî dikin zarokên xwe baş fêrî Kurdî bikin.
Koordînatorê Akademîya Mûzîkê Şêrko Kanîwar ji K24ê re got: "Bi taybet dayîk û bavên ku bi Kurdî nizanin hewl didin ku zarokên xwe bibin cihên ku bi Kurdî xebat lê tê kirin. Ev jî hewldaneke baş e. Lê ne bes e. Dayîk û bav dikarin zarokên xwe bişînin sazî û dezgehên ku bi Kurdî xebatên dikin û bi vê yekê dikarin pêşiya bişaftinê bigrin. Lê dîsa jî mesele li hundirê malê de ye."
Zarokan bi cilûbergên Kurdî konsert pêşkêş kirin û bi amûrên xwezayî rîtîm derxistin û temaşevan mest kirin. Malbatên zarokan û welatiyan jî bi baldarî stranên zarokan guhdar kirin û bi hev re striyan.
Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê her çiqas perwerdehiya bi zimanê Kurdî ne di asteke baş de be jî malbatên ku bi taybetî girîngiyê didin zimanê Kurdî roj bo roj zêde dibin. Zarokên ku hînî stranên Kurdî dibin û pêşkêş dikin zêdetir ji Kurdî hez dikin. Nivîskar û Mamosteyê Zimanê Kurdî Heyder Diljen ev 37 sal e ku li Swêdê dijî. Heyder Diljen amaje kir ku Kurd dixwazin li zimanê xwe xwedî derkevin lêbelê ji ber ku Kurdî li Tirkiye û Bakur ne zimanê fermî ye di bin xetereyê de ye.
Nivîskar û Mamosteyê Zimanê Kurdî Heyder Diljen dibêje: "Me di vê atmosfera îşev de jî dît ku Kurd dixwazin li çand û zimanê xwe xwedî derkevin lê pirsgirêk qedeya perwerdehiya vî zimanî ye. Dema ku perwerdehiya zimanekê neyê dayîn û di sazî û şaredariyan de neyê bikaranîn pêşeroja wî zimanê gelek tarî ye. Zimanê me jî di wê rewşê de ye. Ango ev ne girêdayî xîreta Kurdan e; ev girêdayî şert û mercan e."
Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji aliyê hin sazî dezgehên sivîl ve ji bo pêşvebirina çan û huner û zimanê Kurdî xebat û çalaki tên kirin. Zimanas û mamosteyên zimanê Kurdî bang li Kurdan dikin ku, tevî hemû zor û zehmetiyan jî bila ji çand û ziman û hunera Kurdî dûrnekevin dê bibînin ku ka jiyan bi Kurdî çiqas xweştir e.