Korona li welatekê din a cîranê Îraqê hat tomarkirin
Li Kiweytê sê haletên tuşbûnê bi derdê Koronayê har tomar kirin, ku ev sê kesên hanê ji bajarê Meşhed a Komara Îslamî ya Îranê vegerîyan.
K24- Hewlêr
Li Kiweytê sê haletên tuşbûnê bi derdê Koronayê har tomar kirin, ku ev sê kesên hanê ji bajarê Meşhed a Komara Îslamî ya Îranê vegerîyan.
Ajansa Kona ya Kiweyîtî belav kirîye, helata yekem zelamekê temen 53 salîye, dûye, 61 salîye hevwelatîyê Seûdîye ye û akincîyê Kiweyte, kesê sêyem jî, temenê wî 21 sale û regezname ya wî nehatîye aşkera kirin.
Li gor wê ajansê, komîte ya pizîşkan, pişkinîn bo wan her sê kesan kirîye û xuya bûye ku helgirên Vayrosê ne, lê herdû haletên yekem hêj ti nîşaneyên nexweşîyê li ser dîyar nebûye.
Wezareta tendûristîya Kiweyîtê radigehîne, hemû rêkerên pêwîst bo cudakirina wan sê kesan girtîne ber xwe û li gor pişkinînên tenduristî, dilnîya bûne ku haletên wan Korona ye.
Amaje bi wê yekê jî hatîye kirin ku tenduristîya her sî tûşbûyan cêgîre û di jêr çavdêrîya hûr a Pêzîşkane de ne.