Yekem Heleta Korona li welateke dî ya Erebî hat tomarkirin

Yekem haleta tûşbûnê bi Vayrosa Korona li welatê Behreyîn hat tomar kirin û bi fermî tenduristîya wî welatî ew halet piştrast kir.

K24- Hewlêr

Yekem haleta tûşbûnê bi Vayrosa Korona li welatê Behreyîn hat tomar kirin û bi fermî tenduristîya wî welatî ew halet piştrast kir.

Ajansa Behreynê ji çavkanîyên fermîyên tenduristîyê wî welatî belav kirîye, ku hevwelatîyeke Behreynî piştî ku ji Îranê vegerîyane nîşanê nexweşîyê ji wî derketîne.

Amaje bi wê yekê jî dike, piştî  pişkinînên tenduristî derketîye haleta wî derde Korona ye, tevaya rêkarên pêwîst jî bo rêgirtinê ji belavbûna wê vayrosê li wî welatî gitîne ber xwe.