Di hevdîtina Erdogan û Putin de çi hate axaftin
Di navbera Tirkiye û Rûsyayê de aloziyên li ser rageşiyên li Idlîbê berdewam in. Heta niha 16 serbazên Tirkiyê li Idlîbê ji aliyê hêzên Hikûmeta Sûriyê ve hatin kuştîn. Tirkiye ji bo ravestandina hêzên Hikûmeta Sûriyê li Idlîbê bi Rûsyayê re di nav danûstandinan de ye
K24-Enqere
Di navbera Tirkiye û Rûsyayê de aloziyên li ser rageşiyên li Idlîbê berdewam in. Heta niha 16 serbazên Tirkiyê li Idlîbê ji aliyê hêzên Hikûmeta Sûriyê ve hatin kuştîn. Tirkiye ji bo ravestandina hêzên Hikûmeta Sûriyê li Idlîbê bi Rûsyayê re di nav danûstandinan de ye. Herî dawî Erdogan û Pûtîn, li ser telefonê hevdîtinek pêkanîn. Di ev hevdîtinê de serokên her du dewletan nigeraniyên xwe yên li ser rûdanên tundrew bi hev re parve kirin. Pisporê rojhilata Can Acun hevdîtina Putîn û Erdogan wiha dinirxîne.
Can Acun, Pisporê Rojhilata Navîn ESS CODE, dibêje:Di hevdîtina Erdogan û Pûtîn de, her du aliyan jî diyarkirin ku ev dê li Idlîbê pabendî rêkeftinên berê bimînin. Ji bo Tirkiyê Idlîb gelek ciheke girîng e. Ji ber vê yeke jî dê daxwazên xwe di danûstandinan de bi avayekî bi biryar her tim bîne ziman. Wisa diyar e ku hevdîtina dawîn jî ya di navbera her du serokan ji bo Tirkiyê erênî derbas bûye.
Li aliyê din hin pispor jî dibêjin ku heger Tirkiye û Rusya ji bo agirbestekê lihevbikin, hin komên çekdar yên ku Tirkiye piştgiriya wan dike wek HTŞê, pêwîst e werin hilweşandin.
Nuri Yeşilyurt, Pisporê Rojhilata Navîn ESS CODE, got:Ji bo hikûmeta Sûriyê rêya M-5ê gelek krîtîk e. Ji ber ku ev rêye ji bo bazirganiya Helebê rolek girîng dilîze. Helwêsta bipêşveçûna Hikûmeta Sûriyê jî nîşan dide ku armanca sereke pakijkirina rêya Heleb û Lazkiyê ye. Piştî ku Hikûmeta Suriyê vê reye bi temamî kintrol bike, ez bawer im ku Rûsya jî dê bi Tirkiyê re lihev bike.
Tê çaverêkirin ku di 5ê meha Adarê de Serokên 4 dewletan Erdogan, Pûtîn, Merkel û Macron jî hevdîtinekê nû li ser geşedanên li Idlîbê pêk bînin. Erdogan beriya niha diyar kiribû ku heger heta dawiya meha Sibatê bipêşveçûna Hikûmeta Sûriyê li Idlîbê neraveste, Tirkiye dê operasyoneke nû bide destpêkirin. Niha pirseke nû derkete holê, ev jî ev yeke ku gelo Tirkiye dê ji bo operasyonê çaverê lûtkeya 5ê Adarê raveste yan na?