Çarenivîsa Idlibê û rêyên çareserîyê

Li Sûriyê rewşa devera Idlibê her diçe aloztir dibe. Li aliyekî Tirkiye û hêzên dijbere, ku Tirkiye piştevaniya wan dike, bi rejîma Esed re di nav şerek dijwar de ne, li aliyekî jî, Tirkiye, Rûsya, Amerîka, Fransa û Elmanya ji bo Idlibê, li rêya çareseriyê digerin. Li gor hin pisporên Tirkiyê, çareserî di destê Tirkiye û Rûsyayê de ye. Beramberî vê yekê, hin akademisyen jî dibêjin, ji bo tevahiya Sûriyê jî, mifteya çareseriyê di destê Kurdan û Esed de ye.

K24- Enqere

Li Sûriyê rewşa devera Idlibê  her diçe aloztir dibe. Li aliyekî Tirkiye û hêzên dijbere, ku Tirkiye piştevaniya wan dike, bi rejîma Esed re di nav şerek dijwar de ne, li aliyekî jî, Tirkiye, Rûsya, Amerîka, Fransa û Elmanya ji bo Idlibê, li rêya çareseriyê digerin. Li gor hin pisporên Tirkiyê, çareserî di destê Tirkiye û Rûsyayê de ye. Beramberî vê yekê, hin akademisyen jî dibêjin, ji bo tevahiya Sûriyê jî, mifteya çareseriyê di destê Kurdan û Esed de ye.

Li Idlibê kêşe her ku diçe mezin dibe û berev bi şereke emzin ve diçe. Ligel vê yekê Tirkiye bi Rûsyayê re, a bi Amerîka û NATO re û aliyekê jî bi Elmanya û Frensayê re hewl dide ku bi rêya dîplomasiyê ji bo Idlibê çareseriyekê peyda bike. Beramberî vê yekê artêşa Tirkiyê jî veguhestina berev idlibê didomîne, rejîma Sûriyê û muxalif û hêzên Tundrev yên Sûriyê jî li Idlibê din ava şereke dijwar de ne.Di vê rewşa aloz de mijara tê nirxandin ew e Gelo mifteya çareseriya kêşeya Idlibê di destê kijan aliyan de ye?

Bi boçûna Serokê Navenda Lêkolînên Kafkasyayê prof.Dr.Hasan Oktay muxatabên Idlibê Rusya û Tirkiye ne û pêwîste çareserî jî bi destê wan bê peydakirin lê ger çareserî bi destê Fransa û Elmanyaê bê peydakirin dê hem navbera Enqere û Moskowayê hem jî bandora wan ya li Sûriyê lawaz bibe.

Prof.Dr.Hasan Oktay -Serokê Navenda Lêkolînên Kafkasyayê- got: Niha Kêşeya Idlibê di navbera Tirkiye û Rûsyayê de xuya dike ji loma jî rêya çareseriyê jî di destê Putîn û Erdogan de ye. Lê belê Rûsya û Tirkiye li ser hemû hûrgiliyên Idlibê nanirxînin û xwedî nêrîn û helwestên Cuda ne. Ger Erdogan û Pûtîn vê meseleyê çareser nekin û çareserî bi bi destê Fransa û Elmanyayê bê peydakirin vê çaxê dê pêwendiyên Rûsya û Tirkiyê jî têk biçe. Ligel vê yekê dê destê Rûsya û Tirkiyê di çarseriya siyasî ya Sûriyê de jî lawaz bibe.

Beramberî vê yekêAkademîsyen prof. Dr. Abdulkadîr Çevîk jî amaje pê dike ku çaresrrî ne di destê Amerîka û Rûsyayê de ne jî i destê Fransa û Almanyayê de ye Pêwîste Tirkiye demeke nezde li Sûriyê bi Kurd û rejîma Esad re rêya giftugoyê bide vekirin nexwe Tirkiyê dê navbera Rûsya û Amerîkayê de li Sûriyê zrareke mezin bibine.

Prof.Dr.Abdulkadîr Çevîk –Akademîsyen- dibêje: Ne li gel Amerîkayê ne jî li gel Rûsyayê hewceye Tirkiye li Sûriyê li gel Sûriyê be. Ji ber ku ev 9 salên dawî ye em dibînin ku ne Rûsya ne jî Amerîka heta niha li gorî daxwazên Tirkiyê tev negeriya ye. Dema ku Tirkiye li gel Rûsya,Amerîka an jî welateke din tev bigere ev yek zirareke mezin dide yekrêziya xaka Sûriyê. Enqere ger çareseriyeke mayînde bixweze pêwîste li gel Kurdan û rejîma Sûriyê hevdîtinên xwe bide destpêkirin. Wê çaxê dê Idlib jî çareser bibe,tevahiya Sûrıyê jî.

Tê Çaverêkirin ku derbarê Idlibê de ji bo ku çareseriyek bê peydakiirn navbera Tirkiye, Rûsya, Elmanya û Fransayê de di 5ê Adarê de hevdîtineke çarqolî bê lidarxistin. Herwiha erçiqas rayedarên Tirkiyê bibêjin eger heye Erdogan û Pûtîn li hev bicivin jî ji aliyê Rûsyayê ve ev yek hatiye derevandin. Li gel vê yekê Rûsya dibêje heta ku rêxistinên terorîst temamî li Idlibê neyên derxistin ev tu agirbestan qebûl nakin.