Zaxarova: Pêwîste arîşeyên di navbera Rusya û Tirkiya bêne çareserkirin
Peyvdara Wezareta derve ya Rûsyayê, Maria Zaxarova di daxuyaniyek taybet de bo Kurdistan24 ragehand, nakokiyên di navbeyna Rûsya û Tirkiyê derbarê Îdlibê divê werin asayî kirin.
K24- Hewlêr
Peyvdara Wezareta derve ya Rûsyayê, Maria Zaxarova di daxuyaniyek taybet de bo Kurdistan24 ragehand, nakokiyên di navbeyna Rûsya û Tirkiyê derbarê Îdlibê divê werin asayî kirin.
Maria Zaxarova got jî: Nakokîyê di navbera Rusya û Tirkiyê divê tenê bi asayîkirinê bêne çareserkirin û gav bi vê arasteyê ne, wek xuya ye, biha şandên pispor ên Rûsya û Tirkiye liser astên cuda kar bo çareserkirina pirsgirêkan dikin.
Xuya jî kir: Pêwendî di navbera hêzên serbazîyên me hene. Danûstandina sîyasî berdewame. Berê jî, wezîrên derve yên herdû welatan hevdû dîtibûn. Li ser asta dîplomasî peywendîyên me berdewame. Bi nerîna me, rêyên çareserkirina pirsgirêkan destpê kirin e û divê jî, çareser bibin.