Îsrayîlê tomarkirina haleteka dî ya Koronayê ragehand

Îsrayîlê ragehand, kesek dî tûşî Vayrosa Koronayê bûye û li gor zanyarîyên fermî ew kes ji Îtalyayê vegerîya ye Îsrayîlê.

K24- Hewlêr

Îsrayîlê ragehand, kesek dî tûşî Vayrosa Koronayê bûye û li gor zanyarîyên fermî ew kes ji Îtalyayê vegerîya ye Îsrayîlê.

Wezareta Tenduristîya Îsrayîlê ragehand, ew tûşbûyî berî çar rojan ji Îtalya vegerîya ye û li nexweşxaneyeka rojhelat a Telebîbê li jêr çavdêrîyê daye.

Berê jî wezaretê ragehandibû ku tûşbûyekê Îsrayîlî bi wê vayrosê, hatîye çareserkirin ku di gemîyeka geştyarî de, li Japonê tûşî wê vayrosê bibû.