Hêzên Tirkiyê li Îdlibê mûşekan arasteya firokeyên Rusiyê dikin

Li gor mêdya yên Rusya hêzên Tirkiyê li parêzgeha Îdlibê pêgehên artêşa Suriyê û firokeyên cengî yên Rusiyê û Suryê dikin armanc.

K24- Hewlêr

Li gor mêdya yên Rusya hêzên Tirkiyê li parêzgeha Îdlibê pêgehên artêşa Suriyê û firokeyên cengî yên Rusiyê û Suryê dikin armanc.

Kenala Rusya 24 Fedralî di raportekê de, belav kirîye, ew serbazên Tirkiyê, ewên li xalên çavdêrîyê li Îdlibê hatîne cêgîrkirin, çekên heme cor pêşkeşî Bereya Nûsre dikin. Çekdarê wê girûpê jî, wan çekan li dijî artêşa Sûriyê û firokeyên Rusiyê bikar dihînin û mûşekên Tirkî arasteya firokeyên Rusiyê dikin.

Ewê kenala Rusya aşkera kirîye, niha şereke giran di navebera artêşa Sûriyê û girûpa Bereya Nûsre de heye li devera Seraqib li Îdlibê  û çekdarên wê girûpê hewil didin çarryan nêvdewletî M4 û M5, deverên Neyrib, Cubas û San kontirol bikin.

Dûpat jî kir, arîşeya serkî niha li Îdlibê Tirk in, çunku girûpên çekdar bê piştîvanîya hêzên Tirkiyê na livin û li beranber her bersivdanekê jî, bilez xwe vedikşîn in bo nav xalên çavdêrîyên Tirkiyê.

Herweha ragehand, di çend rojên burî de, yekeyên serbazî yên Rusiyê û Suriyê li Cobas zîyaneka mezin bi wan ketîye û hejmareka mezin ji tank, zirêpoş, çek û top hatîne têkşikandin, lê ne li ser destên girûpên çekdar, belê ji alîyê hêzên Tirkiyê ve bûyîne armanc, ku çekên pêşketî û alavên hewalgirîyê bikar dihînin û hêriş dikin ser wan.

Got jî: Tim firokeyên Rusiyê û Suriyê pêşveçûnên çekdarên Bereya Nûsre radiwestîn in, asmanê Îdlibê jî, ne ya aram e, çunku çekdar û serbazên Tirkiyê mûşekên dije firoke bikar dihîn in.