Rûsiyê dû gemîyên serbazî yên mûşekhelgir şandin beravên Sûriyê
Rûsiyê dû gemîyên serbazî ku mûşekan li xwe digire şandin beravên Sûriyê.
K24- Hewlêr
Rûsiyê dû gemîyên serbazî ku mûşekan li xwe digire şandin beravên Sûriyê.
Mîdya Rûsiyê belav kirîye, dû gemîyên serbazîyên Rûsiyê ku mûşekên Kalîbêr li xwe digirin ji derya ya Reş berev beravên Sûrîyê birêketin.
Li gor hatîye belavkirin, biryara şandina wan gemîyan piştî alozbûna rewşa Îdlibê hat.
Duhî şevê, di hêrişeka serbazî de, artêşa Sûriyê li Îdlibê zêdetir ji 30 serbazên Tirkiyê kuştin û Tirkiyê gefa destpêkirina operasyoneka serbazî li bakûra Sûriyê dike