Tirkiya: Me 5 helîkopterên Sûriyê têkşikand in

Wezîrê berevanîya Tirkiyê ragehand, wan 5 Helîkopter û bi dehan tan û zirêpoşên serbazî yên rijêma Sûriyê têkşikandin e.

K24- Hewlêr

Wezîrê berevanîya Tirkiyê ragehand, wan 5 Helîkopter û bi dehan tan û zirêpoşên serbazî yên rijêma Sûriyê têkşikandin e.

Xelusî Akar, wezîrê berevanîya Tirkiyê ragehand, piştî hêirşa duhî bo ser hêzên me li Îdlibê, zêdetir ji 2 hezar armanc li Sûriyê me higaftin e û 5 Helîkopter û bi dehan zirêpoşên artêşa Sûriyê me têkşikandin e.

Ji alîye dî ve, Riwangeha Sûriya ya Mafên Mirovan belav kirîye, ku piştî kuştina 34 serbazên Tirkiyê li Îdlibê, artêşa Tirkiyê binghên artêşa Sûriyê li başûra Îdlibê kirin armanc û di encam de, 16 serbazên Sûriyê hatin kuştim.

Şeva burî artêşa Sûriyê komên çekdarên dijberîya Sûriyî li Îdlibê kiribû armanc û di encam de 34 serbazên Tirkiyê û 54 çekdarên dijberîyê hatin kuştin û hejmareke mezin jî birîndar bûn.