Seûdîye bi awayeka demkî cîbicîkirina sûnneta Ûmre ragirt

Wezareta navxweyî ya Seûdîye ragehand, encamdana sunneta Ûmreyê bi awayeka demkî hat rawestandin bo hevwelatîyên Seûdîye û bo kesên bi wê armancê serdana wî welatî dikin.

K24- Hewlêr

Wezareta navxweyî ya Seûdîye ragehand, encamdana sunneta Ûmreyê bi awayeka demkî hat rawestandin bo hevwelatîyên Seûdîye û bo kesên bi wê armancê serdana wî welatî dikin.

Wezareta navxweyî ya Seûdîye di daxyannameyekê de ragehand, ev biryar bo xweparaztinê û girtinebera rêkarên xweparêzîyê ye ji metirsîyên belavbûna Vayrosa Koronayê.

Zelal jî kirîye, ku dabînkirina tenduristîyê bo mihvanan û hemû wan musilmanên ji Mekke û Medîne dicivin û dxwazin ferz û sunetan cîbicî bikin ji hemû tiştekê giringtire.