Firokeyên Îsraîlê binkeyên artêşa Sûriyê mûşekbaran kirin

Îsraîlê êrîşî hejmarek binkeyên rêjîma Sûriyê li parêzgehên Hums û Quneytere kirin û di encamê de serbazek hate kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îsraîlê êrîşî hejmarek binkeyên rêjîma Sûriyê li parêzgehên Hums û Quneytere kirin û di encamê de serbazek hate kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn.

Ajansa “SANA” a Sûrî ya fermî belav kir, sîstema berevaniya esmanî rûbirûyî êrîşeke firokeyên şer ên Îsraîlê li ser parêzgeha Humsê li naverasta Sûriyê bû û hejmarek ji mûşekan berî bigihin armancên xwe xistin xwarê.

Li gor “SANA”, piştî nîvê şevê berevaniya esmanî tevgera firokeyên Îsraîlê şopand, ku derbasî esmanê Lubnanê bûn û ji wir ve mûşek avêtin.

Ji aliyekî din ve, ajansa nûçeyan a Almanî (dpa) ji jêderên ji hikûmeta Sûriyê ve nêzîj belav kir, li firokxaneya Şueyart a li başûrê rojhilatê Humsê serbazekî Sûrî hate kuştin û 3 serbazên din jî birîndar bûn.

Hin jêderan jî diyar kir, di êrîşa li ser binkeyeke artêşa Sûriyê li herêma Tilol a parêzgeha Quneytere de, serbazekî Sûrî birîndar bû.

Îsraîl Sûriyê tomebar dike ku rê dide Hizbulaha Libnanî û hêzên Îranî ji nava xaka Sûriyê ve êrîşî Îsraîlê bikin, ji ber wê jî firokeyên Îsraîlî her demekê binkeyên hêzên Libnanî û Hizbulah û artêşa Sûriyê bombebaran dikin.

 

S. B