Tevî ragehandna agirbestê, Tirkiyê kuştina 21 serbazên Sûriyê raghand
Piştî ragehandna agirbestê li bakurê rojavayê Sûriyê, Tirkiyê kuştina 21 serbazên artêşa Sûriyê li wê navçeyê raghand.
K24- Hewlêr
Piştî ragehandna agirbestê li bakurê rojavayê Sûriyê, Tirkiyê kuştina 21 serbazên artêşa Sûriyê li wê navçeyê raghand.
Li derengîya şeva bûrî li demjimêr 12 bi dema Dîmeşqê agirbesta Rusiye-Tirkiye li bakurê rojavayê Sûriyê cîbicî bû. Piştî ragehandina agirbestê, Tirkiyê kuştina dû serbazên xwe li Îdilbê ragehand.
Herweha wezareta bergirîya Tirkiyê belav kirîye, ku di berisva kuştina serbazên xwe de, wan jî bingehên artêşa Sûriyê kirîne armanc û di encam de, 21 serbazên hikumetê kuştin e.
Ji alîyê xwe ve, Riwangeha Sûriya ya Mafên Mirov belavkirîye, ku tevgera firokeyên Rusiyê li asmanê wê navçeyê nemaye, lê artêşa Sûriyê çend top li bingehên dijberîyê li derdora Hema, Heleb û Cebel Elzawîye dan.