Firat: DEVA ji Partiyên berî xwe yên Tirkiye, moderntir xuya dike

Şirovekarê siyasî Diyadin Firat ji K24 re anî ziman, ku “Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) bernameyek berfereh di mijarên demokrasî, yeksanî, dadwerî û azadiyan de amade kiriye..

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Şirovekarê siyasî Diyadin Firat ji K24 re anî ziman, ku “Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) bernameyek berfereh di mijarên demokrasî, yeksanî, dadwerî û azadiyan de amade kiriye. Ya girîng jî, ew e ku ji bo pêkanîna vê bernameyê hewl û xebat werin dayin”.

Diyadin Firat eşkere kir, Babacan bi awayek berfereh bernameya Partiya xwe da nasandin û got: “Berî 7-8 mehan Alî Babacan û hevalên xwe dest bi xebatên damezrandina Partiya Nû kirin. Ligel 90 damêzrêneran di nasandina Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) de tiştên muhim gotin. Diyarkir, ku bi taybet piştî sala 2013an Tirkiye bi astengiyên aloz re berbiçav hatiye û Tirkiye dive ji van astengiyan derkeve. Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) bernameyek berfereh di mijarên demokrasî, yeksanî, dadwerî û azadiyan de amade kiriye. Liser perwerdeyiya bi zimanê Kurdî jî axifî û anî ziman, ku di rêziknameya xwe de cîh dan e vê pirsa girîng û dê çareserî ji vê mijarê re bibîn in”.

Şirovekarê siyasî Diyadin Firat diyarkir, eşkerekirina hebûna tûşbûn a Vayrosa Korona di dema damezrandin û danasîna Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) de, wekî planekê jî, tê axaftin. Liser nêzîkahiya Partiya Nû di pirsên demokrasî û modernîzmê de, Firat got: “Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê di mijarên modernizmê de, di babetên demokrasî û nêzîkahiya Ewrûpa û Rojava de ji Partiyên berî xwe di cihek baştir de ye”.

 

Fly Erbil Advertisment