Bereya Aştî û Azadiyê bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê re civiya

Wezareta Derve ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand; îro 5ê Mijdara 2021ê Bereya Aştî û Azadiyê ya bi serokatiya Ehmed Cerba ligel Sergey Lavrov civiya.
Bereya Aştî û Azadiyê û Sergey Lavrov civînek pêk anîn
Bereya Aştî û Azadiyê û Sergey Lavrov civînek pêk anîn

Hewlêr (K24) – Wezareta Derve ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand; îro 5ê Mijdara 2021ê Bereya Aştî û Azadiyê ya bi serokatiya Ehmed Cerba û Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Siûd Mela û Serokê Rêxistina Demokratîk a Aşûrî Dawûd Dawûd bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hevdîtinek pêk anîn.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Rûsyayê de hat diyarkirin ku di hevdîtinê de geşedanên rewşa Sûriyê hatin gotûbêjkirin û bal kişandin ser pêwîstiya karên siyasî li ser bingeha biryara Encûmena Asayîşê ya hejmara 2254an, ku lijneyeke avaker a seqamgîr were pêkanîn û diyaloga Sûrî – Sûrî ya bi rengên cuda cuda were kirin.

Herwiha hat eşkerekirin ku aliyê Rûsî piştevaniya xwe ji bo serweriya Komara Erebî ya Sûriyê û yekparçebûn û silametiya xaka wê, car din aniye ziman û tekezî li ser pêwîstiya zêdekirina hewldanên navdewletî ji bo başkirina rewşa mirovî ya li Sûriyê û avakirina welat piştî bidawîbûna şer, kiriye.

Di heman rojê de Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê yê ji bo Rojhilata Navîn û Welatên Efrîqayê Mîxaîl Buxdanov ligel Ehmed Cerba û şanda Bereya Aştî û Azadiyê civînek pêk anî.

Bereya Aştî û Azadiyê ji bo çareseriya krîza Sûriyê û berevaniya mafên demokratîk ên pêkhateyên Sûriyê hatiye damezrandin û ji sê hêzên Sûrî yên weke ENKS, Rêxistina Aşûrî û Erebên Sunne pêk hatiye. Ev her sê hêz, zêdetirî deh sal in ji bo çareseriya krîza Sûriyê û ji bo mafên pêkhateyên Kurd, Aşûrî, Kildanî, Sûryan, Ereb û hemû pêkateyên din di çarçoveya destûrî de bêne parastin, dixebitin.