Helbûsî pêşwazî li şanda PDKê kir

Serokê Hevpeymaniya Teqedûm Mihemed Helbûsî pêşwazî li şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir.

Hewlêr (K24) – Serokê Hevpeymaniya Teqedûm Mihemed Helbûsî pêşwazî li şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir, ku bi mebesta encamdana çend hevdîtin û civînan ligel hêz û aliyên siyasî ji bo têgihiştina helwest û nêrînên hev, serdana Bexdayê kiriye.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Helbûsî, di hevdîtinê de li ser geşedanên herî dawî yên Iraqê û navçeyê gotûbêj hatiye kirin û li ser encamên hilbijartinên parlamentoyê, raman û nêrînên xwe bi hev re parve kirine.

Herwiha diyar kir ku gotûbêjkirina hevtêgihştin û gotûbêja siyasî ya navbera aliyan di qonaxa dahatû de, beşeke din a hevdîtinê bû.

Ev di demekê de ye ku şanda PDKê ji bo nirxandina nêrîn û ramanên aliyên siyasî yên Iraqê, serdana Bexdayê kiriye û armanca sereke ya serdanê ji bo ligel aliyên Iraqê biaxivin û bi nêrînên giştî vegerin Herêma Kurdistanê û encamên hevdîtin û gotûbêjan ji serokatiya PDKê û aliyên din ên siyasî yên Herêma Kurdistanê re ragihînin, piştre li ber siyas wan têgihiştinan, hewl bidin civîneke giştî di navbera aliyên Kurdistanî encam bidin û piştre hinek biryar ji bo destpêkirina danûstandinên ligel aliyên Iraqê bidin.