Artêşa Neteweyî ya Libya: Çendîn serbazên Tirk li Trablûs hatin kuştin

Peyvdarê Artêşa Neteweyî ya Libya Ehmed El-Mismari destnîşankir, ku di êrîşa dijî firokxaneya Mitiga de çendîn serbazên Tirkiye jî hatine kuştin

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Artêşa Neteweyî  ya Libya Ehmed El-Mismari liser êrîşa hêzên xwe dijî firokxaneya Mitiga ya Trablûsa daxûyaniyek da.

Mismari destnîşankir, ku di êrîşê de çendîn serbazên Tirkiye jî hatine kuştin.

Ligor malpera Sputnik a Rûsî. Di daxûyaniya Mismari de, tê diyarkirin: “Di çendîn rojên dawî de êrîşên me hemberî yekîneyên serbazî li firokxaneya  Mitiga li Trablûsê pêkhatin. Ev yekîne zêdetir ji serbazên tirkiye pêkdihatin. Sistemên wan ên radar û parastinên esmanî hatin têkbirin. Herweha çendîn serbazên Tirk hatin kuştin”.

Ligor daxuyaniya Mismari, hêzên wan pabendî agirbestê ne, lê jiber ku hêzên Hukimeta Neteweyî pabend nabin, bersiva wan hatiye dan.

 

 

C.B