Siûdiye.. Hejmara kesên bi Korona ketine gihîşt 133 kesan

Wezareta Tenduristiyê ya Siûdiyê tomarkirina 15 haletên tûşbûna bi vîrusa Korona tomar kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tenduristiyê ya Siûdiyê tomarkirina 15 haletên tûşbûna bi vîrusa Korona tomar kir.

Wezareta Tenduristiyê ya Siûdiyê di daxuyaniyekê de ragihand, 15 haletên nû yên tûşbûna vi vîrusa Korona hatin tomarkirin, bi vî rengî jî hejmara giştî li Siûdiyê gihîşt 133 kesan. Tirkiyê çûnûhatina welatiyan bi 20 welatan re jî qedexe kir.

Da zanîn jî, heta ti kes bi wê vîrusê li Siûdiyê canê xwe jidest nedaye, 6 kes bi temamî baş bûne û yên din di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.

Amaje bi wê yekê kir, ji her 15 haletan, 13 halet ji welatên derve derbasî Siûdiyê bûne.

Herwiha Wezîrê tenduristiyê Tewfîq El Rebîe daxwaz ji welatiyan kir, li malên xwe bimînin û pabendî rêkarên tenduristiyê bibin.

 

S. B