Urdinê mirina yekem pêketiyê bi Koronayê ragihand
Li Urdinê yekem haleta mirina bi vîrusa Korona hat tomarkirin û Rêxistina Tenduristiya Cîhanê jî radigihîne, nikar dema bidawîbûna vê nexweşiyê diyar bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Urdinê yekem haleta mirina bi vîrusa Korona hat tomarkirin û Rêxistina Tenduristiya Cîhanê jî radigihîne, nikar dema bidawîbûna vê nexweşiyê diyar bike.
Wezîrê Tenduristiyê yê Urdinê Seid Cabir yakem haleta mirina bi vîrsa Korona ragihand û diyar kir ku ew jineke bi temen e.
Aşkere jî, 23 pêketiyên bi vîrusê hatine tomarkirin, ku hejmara gihîştî jî gihîştiye 235 kesan.
Ji aliyekî din ve berpirsekî ji Rêxistina Tenduristiya Cîhanê jî ragihand, ew nikarin dema bidawîbûna vê nexweşiyê li cîhanê diyar bikin.
S. B