2 firokeyên Tirkiyê li Lîbyayê ketin xwarê

Du firokeyên bêfirokvan ên Tirkiyê li nêzîkî Terablusa Paytext ji aliyê hêzên Xelîfe Hefter ve hatin şikandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Du firokeyên bêfirokvan ên Tirkiyê li nêzîkî Terablusa Paytext ji aliyê hêzên Xelîfe Hefter ve hatin şikandin.

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ya ku Xelîfe Hefter serokatiya wê dike ragihand, hêzên wan karîne firokeyeke bêfirokvan a Tirkiyê li nêzîkî Terablusê berî bigihe armancên xwe bixe xwarê.

Berî wê bi çend demjimêran jî hêzên Xelîfe ragihandibû, sîstema wan a berevaniyê kariye firokeyeke din a Tirkiyê ya bêfirokvan li başûrê Terablusê bixe xwarê.

Lîbya bi awayekî kirdarî ji hêla du hikûmetan vê tê birêvebirin. Her çend Netewên Yekgirtî Hikumeta Faîz Serac nas dike jî, parlamena Lîbyayê li Binxazî di bin kontrola Xelîfe Hefter de ye. 

Tirkiyê bi armanca piştevanîkirina li hikûmeta Serac, hêzên artêşa Tirkiyê û bi hezaran çekdarên opozîsyona Sûriyê şandine Lîbyayê.

 

S. B