Îsraîl.. Pêketina bi Korona bi rêjeyeke bilind tê tomarkirin
Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê radigihîne, di 24 demjimêrên bûrî de bi awayekî zêde welatiyê wî welatî bi vîrsa Korona ketine.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê radigihîne, di 24 demjimêrên bûrî de bi awayekî zêde welatiyê wî welatî bi vîrsa Korona ketine.
Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê îro didaxuyaniyekê de ragihand, di 24 demjimêrên bûrî 501 kes bi vîrusa Korona ketine.
Ji aliyekî din ve, artêşa Îsraîlê jî aşkere kir, 13 haletên nû yên pêketina bi Korona hatin tomarkirin, bi vî awayî jî hejmara serbazê bi Korona ketine gihîştiye 97 serbazan. Herwiha 3023 serbaz jî hatine kerentîkirin.
Li gor daxuyaniyê, li Îsraîlê heta niha 6092 kes bi vîrusa Korona Nû COVID-19 ketine û 29 kesan jî canê xwe jidest dane.
S. B