3 firokeyên Tirkiyê li Lîbyayê hatin şikandin
Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê “hêzên Hefter” 3 firokeyên bêfirokvan ên Tirkiyê tîne xwarê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê “hêzên Hefter” 3 firokeyên bêfirokvan ên Tirkiyê tîne xwarê.
Nivîsgeha Peyvdarê Serbazî ya Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê şeva bûrî ragihand, hêzên wan ên berevaniya esmanî karîn firokeyeke bêfirokvan a Tirkî li nêzîkî binkeya Uqbe Bin Nafê bixîne xwarê.
Diyar kir jî, firokeya duyem li rojhilatê Terblusa Paytex û ya sêyem jî li bakurê rojavayê Lîbyayê ketin xwarê.
Tirkiyê bi armanca piştevanîkirina li “Hikûmeta Wîfaq” bi serokatiya Fayiz Serac, hêzên artêşa Tirkiyê û bi hezaran çekdarên opozîsyona Sûriyê şandine Lîbyayê.
Diçend rojên bûrî de û ji ber revîn û perçebûna hin fermandarên meydanî ji hikûmeta Serac, hêzên Xelîfe hefter hin pêşketinên berçav bidest anîne.
S. B