Korona di paşerojê de dibe sedema pirsgirêkên cudareng
Aborînas tînin ziman ku piştî vîrus têk biçe jî dê qeyran û metirsiyên cuareng peyda bibin.
K24 – Diyarbekir
Korona Covîd-19 bandorên xwe li seraserê cîhanê li ser hemû jiayna mirovahiyê didomîne. Ji aliyê din ve, hilberîn û gelek pêwistiyên jiyanê jî rawestiya ne, tenduristkar û aborînas tînin ziman ku piştî vîrus têk biçe jî dê qeyran û metirsiyên cuareng peyda bibin. Gelo nehêniyên nexweşînê dê hea kîngê bidomin û bandorên wê dê berdewamiya jiyana mirovahiyê çewa bandor bike?
Aborînas û bijîşk pêşbîniyên xwe yên li ser bandorên vîrusa corona covît 19 ragihandin. Bal hat kişnadin ku vê pêvajoya ku bergiriyên nexweşînê tên girtin, dê bandorên neyînî li ser paşerojê jî bike. Dîsa bal hat kişandin ku divê, di vê serdemê de, pêvajo bi plansaziyên baş û bergiriyên di wextê de bê plan kirin û birêvebirin.
Aborînas û karsaz Hakan Akbal, balê kişand ku niha tendurustiya mirovan di bin xetereyê de ye û bi bergiriyan re, hilberîna civakî rawestiya ye. Divê desthilatdar û rayedar vê pêvajoyê, bi plansaziyên baş û bergiriyên di wextê de birêve bibin da ku bandorên wê yên xeter jî siviktirbin. Akbal pêşbînî dike ku dê bi qeyrana aborî û kêmasiyên hilberînê gelek pirsgirêkên mezin peyda bibin.
Aborînas Hakan Akbal ji K24ê re got: “Gelek fabrîqe girtîne û nayên vekirin. Em dibînin ku plansaziyên hin dewlet û welatan hene da ku di vê rewşê de piştgiriya welatî, dikandar û karsazên xwe bikin û vê rewşê bi kêm zerarê derbas bikin. Lê bandorên vê pêvajoyê dê li ser hemû cîhanê çêbibe û herî zêde jî li ser welatên bê hêz bandorên neyînî bike. Bi taybet li Tirkiye û herema me jî heger plansaziyên baş nebin dê pirsgirêkên mezin yên cudareng peyda bibin.”
Li Tirkiyeyê bi giştî û i bakurê kurditan gelek kargeh û fabrîqe ji ber metirsiya vîrusê demkî hatibûn girtin. Hikumeta Tirkiye ji bo hin karsazan pakêta piştgiriyê ragihandibû, lê dikandar û gelek welatî bêy tu piştgirî vê serdemê derbas dikin.
Serokê Jûra Noşdarên Diyarbekirê M. Şerîf Demir jî anî ziman ku li cîhanê bi giştî ji bo peyda kirina derman û parzeya vîrusa covît 19, bijîşk û noşdar, hewlan didin. Lê heta niha pêşbîniyeke piştras nikre bê kirin ku dê kîngê çareserî bê peyda kirin. Demir jî anî ziman ku dê bandorên neyînî çê bibin, lê divê welatî heta ku çareserî bê peyda kirin, bergiriyê xwe yên tûşnebûyînê bigirin.
Srokê Jûra Tabîban yê Diyarbekirê Şerîf Demir dibêje: “Ev pêvajo û vê vîrusa nû ku bilez belav dibe, ji ber nehêniyên xwe, hemû jiyanê serobin kiriye û helbet dê bandorê neyînî jî bike. Tişta girîng ew e ku divê yekem hewla me xwe ji vê şovayê parastin be. Ya din a girîng jî divê hikumet û rayedar piştgirê civakêbin da ku vê rewşa tengav welatî bikarin derbas bikin. Em niha nikarin wextekî diyar bibêjin ku dê ev bergirî nemînin, lê amadekarî hene ku heta 3 mehan jî ev pêvajo bidome.”
Aborînas jî Noşdar jî tînin ziman ku li hember vîrusê xweparastin xala herî girîng e û hişyarî didin ku li gel bergiriyan; divê hikumet û reyadarên welatan, planên cuda ji bo berdewamiya jiyana welatiyan jî plan bikin.