Li Tirkiyê 3 girtiyan ji ber Koronayê canê xwe jidest dane
Wezîrê Dadê yê Tirkiye dibêje, 3 girtiyan ji ber vîrusa korona canê xwe ji dest dane û 17 girtî jî bi Korona ketine.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Dadê yê Tirkiye dibêje, 3 girtiyan ji ber vîrusa korona canê xwe ji dest dane û 17 girtî jî bi Korona ketine.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Ebdulhemîd Gul da xuyakirin, di zîndanên girtî de heta niha tu haleteke tûşbûna bi vîrusa Korona nehatiye tomarkirin.
Da zanîn, di zîndanên nîvvekirî de heta niha 17 tûşbûyên Korona hatine tomarkirin û 14 ji wan di nexweşxaneyan de tên dermankirin ku rewşa tendirustiya girtîyekî giran e.
Gul got, di vê demê de 3 girtiyan ji ber vîrusa Korona canê xwe ji dest dane.
Her weha got, 14 dozger û dadwer û 145 karmendên dadgeh û zîndanan jî bi Koronayê ketine.
Li Tirkiyê projeyasaya (kêmkirina sizayan) berdana girtiyan li Parlemantoya Tirkiyê ye û li gor zanyariyan heta niha 55 made ji koma 70 madeyan hatine pesendkirin. Tê çaverêkirin dora 90 hezar girtî bêne berdan. Lê li gor çavdêran, ew yasa girtiyên siyasî lixwe nagire.
S. B