Zerîf: Kuştina Suleymanî helwesta Îranê ji Sûriyê naguhêre
Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf di hevdîtina bi Serokê Sûriyê re piştevaniya welatê xwe ji rêjîma wî re tekez kir û got: “Kuştina Qasim Suleymanî ti guhartinê nake helwesta Îranê ji krîza Sûriyê”.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf di hevdîtina bi Serokê Sûriyê re piştevaniya welatê xwe ji rêjîma wî re tekez kir û got: “Kuştina Qasim Suleymanî ti guhartinê nake helwesta Îranê ji krîza Sûriyê”.
Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf duhî bi serdanekê gihîşt Şamê û bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re civiya û dawî pêşhatên li bakurê Sûriyê û destêwerdana Tirkiyê guftûgo kirin.
Di wê derbarê de Serokê Sûriyê ragihand, Tirkiyê pabendî rêkeftinên li Soçî û Astanayê hatine îmzekirin nebûye, ku hemû rêkeftin tekeziyê li rêzgirtina li serwerî û yekperçeyîya xaka Sûriyê dikin.
Beşar Esed got, riftarên Tirkiyê li ser erdê, rastiya niyaza Tirkiyê aşkere dike, ku rêzê li serwerî û yekperçeyîya xaka Sûriyê nagire, bi awayekî rasterast xaka Sûriyê dagîr kiriye û xalên çavdêriyê yên ava kirine jî, di rastiyê de binkeyên serbazî ne.
Ji aliyê xwe ve Zerîf tekez kir, helwesta Îranê ji krîza nayê guhartin, heta ji piştî kuştina Fermandarê Feyleqa Qudis a Pasdarên Îranê û got: “Îranê dê li herêmê piştevaniyê li şerê û berxwedana li dijî terorê bike.”
Zerîf da zanîn jî, danûstandinên Îran, Tirkiye û Rûsyayê wek welatên gerentîkar ên Astanayê dê di demeke nêzîk de destpê bikin.
S. B