Potin û Erdogan li ser rewşa Sûriyê axivîn

Serokên Rûsya û Tirkiye bi rêya telefonê axivîn û tekezî liser yekparçeyiya axa Sûriyê kirin.

K24- Hewlêr

Serokên Rûsya û Tirkiye bi rêya telefonê axivîn û tekezî liser yekparçeyiya axa Sûriyê kirin.

Li gor daxuyaniya Krêmlînê, Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn û Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan pêwendiyek telefonî encam dan. Pêşhateyên dawî û mijara belavbûna Koronaye gengeşe kirin.

Krêmlîn da xuyakirin, her du serokan pêşhateyên dawî yên li Sûriyê jî, bi awayek berfereh gotubêj kirin e û tekezî liser serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyê kirin e û behsa girîngiya berdewamiya pêwendiyên serbazî û dîplomasî kirin e.