Mismarî: Hezar çeteyên Sûrî li Lîbyayê hatine kuştin
Peyvdarê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê radigihîne, Tirkiyê 17 hezar çete ji Sûriyê anîne Lîbyayê û ji bo di şer de biser bikeve jî, pabendî ti perensîpan nabe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyvdarê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê radigihîne, Tirkiyê 17 hezar çete ji Sûriyê anîne Lîbyayê û ji bo di şer de biser bikeve jî, pabendî ti perensîpan nabe.
Peyvdarê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Lîwa Ehemed Mismarî ji rojnameya “aawsat” re ragihand, Tirkiyê dora 17 hezar çete ji Sûriyê veguhastine Lîbyayê, hejmarek ji wan vegeriyan Sûriyê û zêdetir ji hezar kesî ji wan hatin kuştin.
Got jî: Tirkiye xwedî artêşeke bihêz e û endameke NATOyê ye, lê bi awayekî rasterast li kêlek grûpên çeteyan şer dike, Tirkiye ji bo di şer de biser bikeve, bi ti perensîpan pabend nabe.
Da zanîn jî, artêşa Tirkiyê gefê bikaranîna hêzê bi awayekî zêde li dijî Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê dixwe û di rojên bûrî de 4 firokeyên wê yên şer û firokeyeke dagirtina sotemeniyê manoreke armanckirina pêgehên di hundir Lîbayayê de birêve bir.
Tekez kir jî, ew xwedî maf in û baweriya wan bi gelê Lîbyayê heye, ji ber wê ew ji Tirkiyê natirsin û ewê heta bidawiyê şer bikin û berevaniyê lixwe bikin.
S. B