Tirkiye.. Pispor û welatî ji amarên Koronayê ne bawer in

Pispor û Yekîtiya Jureya Bijîşkên Tirkiyê beşek ji welatiyan jî ji wan amaran bawer nakin û rasteqîne nabînin.

K24 – Stenbol

Tirkiye rojana amarên derbarê Vayrosa Corona de radigihîne, lê ligel hin pispor û Yekîtiya Jureya Bijîşkên Tirkiyê beşek ji welatiyan jî ji wan amaran bawer nakin û rasteqîne nabînin. Li gor wan hejmara kesên mirine û tûşî nexweşînê bûne hîn zêdetirin.

Welatiyên Tirkiyê bi wan amarên ku ji aliyê Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ve yên derbarê Wayrosa Coronayê de têne ragihan bawer nakin. Li gorî welatiya bi navê Îlknur Xan ku me mikrofon dirêjî wê kir û piştî çed hefteyan yekemcar e derketiye derve, dewlet û hikûmet di warê alîkariyên bo civakê de ne samîmî ye û bawer nake ku amara hejmara kesên mirine û tûşî Vayrosa Corona bûne evqas kêm bin.

Welatiya Tirk Îlknûr Xan dibêje: "Piştî çend hefteyan yekemcar e ez derdikevim derve. Lê herkes mecbûr e karê xwe bedewam bike, eger dewlet bixwaze çareseriyeke bi bandor peyda bike naxwe divê pêdiviyên welatiyan pêşwazî bike da welatî jî mecbûr nemîn û dernekvin kolanan. Lê ev yek nayê kirin û ez helwesta delwetê samîmî nabînim. Ez ji amarên tên parvekirin qet bawer nakim. Her roj tenê 100 mirî hene ma dibe, nabe....".

Welatiyê rahênerê jiyanê Erîm Ergun jî amaran rasteqîne nabîne şiken wî hene, lê hişyarî û di warê bergiriyan de bi boçûna wî desthilat peywira xwe bi cih tîne. Lê ji ber ku civak ne xwedî perwerdekeye têkûz e û kêm xwedî çanda guhdayînê ye hişyariyan li ber çav nagire û jiyana xwe dixe bin rîskeke mezin. Ergun, li ser çanda civakên perwerdekirî.

Erîm Ergun ji Japonyayê mînakekê dide û wiha dibêje: “Li Japonyayê sedî 10 hişyariyên li vir nayên kirin lê dîsa civak di mala xwe de ye û guh dide hişyariyan. Li Tirkiyê ligel evqas hişyariyan jî kes li malen xwe rûnane em her li derve ne. Berê li derve ye, em wek civak wisa difikirin ku wê tiştek bi serê me neyê”.

Ligel beşek ji civakê partiyên siyasî ên muxalefetê, dam û dezgehên mafên mirovan û Yekîtiya Jureya Bijîşkên Tirkiyê jî di heman baweriyê de ku hikûmet amarên rasteqîne ranagihîne. Li gorî jureyê û pisporan, Wezareta Tenduristiyê bi tenê amarên kesên ku testên wan pozîtîf encam dane radigihîne. Lê divê ên ku testên wan negatîf encam dane û pişkên nexweşînê li ser wan peyda bûne jî werin ragihandin. Da ku amareke rasteqîne derkeve holê.