Li Rûsya hejmara giştî ya tûşbûyên Koronayê 145 hezar kes derbas kir.

Li Rûsyayê bo sêyem roj li ser yek, zêdetir ji 10 hezar kesan tûşî Vayrosa Korona dibin.

K24- Hewlêr

Li Rûsyayê bo sêyem roj li ser yek, zêdetir ji 10 hezar kesan tûşî Vayrosa Korona dibin.

Wezareta Tendirustî ya Rûsyayê ragihand, di 24 demjmêrên borî de , zêdetir ji 10 hezar 500 kesên din tûşî Vayrosa Korona bûn e û hejmara giştî ya tûşbûyan 145 hezar kes derbas kir.

Herweha 76 kesên din canê xwe jidest dan û hejmara kesên heya niha li Rûsyayê canê xwe jidest dayî 1 hezar û 300 kes derbas kir.