UNICEF: Vekirina kanalên perwerdê ji alî Hikumeta Kurdistanê ve bo xwendekarên dûr ji înternêtê, bi sûd e.
Rêxistina UNICEF ragehand, vekirina kanalên perwerdê ji alî Hikumeta herêma Kurdistanê ve bo xwendekarên dûr ji înternêtê, bi sûd e.
K24- Hewlêr
Rêxistina UNICEF ragehand, vekirina kanalên perwerdê ji alî Hikumeta herêma Kurdistanê ve bo xwendekarên dûr ji înternêtê, bi sûd e.
Nûnera Rêxistina UNICEF li Iraqê Hemîde Lasîko eşkera kir, jiber belavbûn a Vayrosa Korona, nêzî 10 milyon xwendekar li Iraqê ji xwendinê veqetiyan e û ji bo wan xwendkarên ji Internêtê dûr, vekirina kanalên perwerdeyê, ji alî Hikumeta herêma Kurdistanê ve, mfayek baş heye.
Nûnera Rêxistina UNICEF a ser bi Neteweyên Yekgirtî ve dibêje, nêzî 1 milyon û 500 hezar xwendekar ji polên 1 heya 12 li herêma Kurdistanê, di malên xwe da bi rêya televizyonê rojan e waneyan werdigrin.