Hêzên Hefter firokeyeke Tirkiyê xiste xwarê
Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê xistina firokeyeke bêfirokvan a Tirkiyê radigihîne û êrîşeke çekdarên ser Tirkiyê ve li başûrê Trablisê dişikîne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê xistina firokeyeke bêfirokvan a Tirkiyê radigihîne û êrîşeke çekdarên ser Tirkiyê ve li başûrê Trablisê dişikîne.
Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ya ser bi Xelîfe Hefter ragihand, sîstema wê ya berevaniyê firokeyeke bêfirokvan a Tirkiyê li başûrê Trablusa Paytext xiste xwarê.
Ji aliyekî din ve, pêgeha “afrigatenews” belav kir, Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê êrîşeke hêzên hikûmeta Wîfaq ya ji aliyê Tirkiyê ve tê piştevanîkirin li nêzîkî firokxaneya navdewletî ya Trablusê şikand.
Di şerê navxweyî yê Lîbyayê de, Tirkiye piştevaniya hikûmeta Trablusê ya Fayîz Serac dike û hêzên Tirkî û çekdarên opozîsyona Sûriyê birina wî welatî û şerê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ya bi serokatiya Xelîfe Heter dikin.
S. B