Esayîb Ehluheq: Emerîka hewil dide serkirdê me bikuje

Esayîb Ehluheq radigehîne, Emerîka hewil dide serkirdê wan bike armanc.

K24- Hewlêr

Esayîb Ehluheq radigehîne, Emerîka hewil dide serkirdê wan bike armanc.

Serokê firakisyona Sadîqûn li parlamena Îraqê Ednan Feyhan ragehand, Emerîka hewil dide, emîndarê giştîyê Esayîb Ehluheq, Qeys Xezelî û çend serkirdeyên din yên Heşda Şeibî û kesayetîyên sîyasîyên Îraqê bike armanc.

Feyhan red kir jî ku Xezelî li Îranê be, belku li bajarê Necefe û karê xwe yê asayî dike.

Duhî wezîrê derve yê Emrîkayê, Mayik Pompyo ragehand bû, ew ji nêzîk ve çavdêrîya tevgerên mîlîşyayên şîeyan li îraqê dikin.